Li Farqînê şewata qada giya û deviyan berfireh bû û gihîşt qada daristanî

Li gundê Şêlima ya li ser navçeya Farqînê a Diyarbakırê, şewata qada giya û deviyan bi bandora bayê re derbasî qada daristanî bû û li ser vê yekê tîm şandine herêmê. Xebatên kontrolkirina şewatê berdewam dikin.

Li gundê Şêlima (Dolapdere) ya li ser navçeya Farqînê (Silvan) a Diyarbakırê ji ber sedemeke ku nehat diyar kirin şewat derket.

Şewata qada giya û deviyan bi bandora bayê re di demeke kurt de li qada daristanî ya derdorê belav bû.

Li ser agahdarkirinê, ji Midûriyeta Birêvebirina Daristanan a Diyarbakırê 3 erazöz, 3 wesayîtên destwerdana yekem û tîm ji herêmê re hatin şandin.

Xebatên tîman ên ji bo kontrolkirina alavan û rêgirtina li ber belavbûna şewatê ya li qadeke berfirehtir berdewam dikin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 seetan ra dima ameyo qefelnayene
11 gund li benda avê ne
Em hurrîyeta we ya belavkirina xerabîyê li ser kesên din qebûl nakin
Pismamê wî hat binçavkirin
Li Edeneyê di mezinahîya 5an de erdhej