Li Fîlîpînê di mezinahîya 7,4an de erdhej: Hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn

Li peravên Girava Mindanaoyê di mezinahîya 7.4an de erdhejek qewimî. Rayedaran piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê dan. Di heman demê de, li Papua Gîneya Nû jî erdhejek bi pileya 6.3 çêbû.

Erdhejek bi şîddeta 7.4 pileyî li peravên Girava Mindanao, ku li başûrê Fîlîpînan e, qewimî.

Lêkolînên Jeolojîk ên Emrîkayê (USGS) ragihand ku navenda wê 20 kîlometre li rojhilatê Santiagoyê ye, û erdhej bi kûrahiya nêzîkî 60 kîlometreyan çêbûye.

Her çend raporên destpêkê nîşan nedan ku ti qurbanî an zirar tune be jî, Enstîtuya Volkanolojî û Sîsmolojiyê ya Fîlîpînê piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê da. Rayedaran hişyarî dan niştecihên peravê ku li deverên bilindtir bigerin.

Di heman demê de, erdhejek bi pileya 6.3 li Papua Gîneya Nû jî qewimî. Li gorî daneyên USGS, erdhej li başûrê rojhilatê Girava Manusê bi kûrahiya nêzîkî 10 kîlometreyan çêbû.

Fîlîpîn û Papua Gîneya Nû, ku li ser Kembera Erdhejê ya Pasîfîkê (Xembera Agir) ye, ku yek ji herêmên sîsmîk ên herî çalak ên cîhanê ye, gelek caran ji aliyê erdhejên bihêz ve tên hejandin.

Hat îfadekirin gelê peravê hatin tehlîyekirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin