Li Fransayê ciwanek dema li mizgeftekê nimêj dikir bi 50 kêran hat qetilkirin

Li Fransayê ciwanê ku li mizgeftekê nimêj dikir, ji teref êrîşkarekî nenas ve bi 50 kêran hat qetilkirin.

Mislim Aboubakar ê Malî yê 22 salî dema ku li Mizgefta Xedîce ya li La Grand-Combe, beşa Gard a Fransayê nimêj dikir, 50 caran bi kêrê ve hat kêrkirin û ji teref êrîşkarekî nenas ve hat kuştin.

Êrîşdar ji cihê bûyerê reviya û li her derê ji teref polîsan ve tê lêgerîn.

Li gorî daxuyaniya Serdozgerê Komarê Ebdulkrîm Grînî, cînayet serê sibê saet di 08:30 de pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşdar ji cihê bûyerê reviyaye piştî ku Aboubakar bi tena serê xwe di mizgeftê de gelek kêran da.

Cenazeyê Aboubakar ê bê can ji teref endamên din ên cemaetê ve saet derdora 11.00an de hat dîtin.

Piştî bûyerê cendirmeyên herêmê dest bi lêgerîna berfireh kirin û lêkolîn ji aliyê Hêzên Cendirmeyan ên Gardê û Yekîneya Lêpirsînê ya Nîmesê ve didome.

Wezîrê Karên Hundir Bruno Retailleau li ser medyaya civakî wiha got: "Divê kiryarê vê êrîşa hovane demildest bê girtin. Ez sersaxiyê ji malbata mexdûr re dixwazim û diyar dikim ku ez li cem civaka Misliman disekinim." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar