Li goristanê çîpê însanekî yê jêkirî hat dîtin

Li goristana hewşa Mizgefta Eyup Pêxember di hundurê tûrikê naylonî de çîpê însanekî yê jêkirî hat ditin.

Li Naçeya Eyyûbiya navend ya Rihayê li goristana hewşa Mizgefta Eyup Pêxember di hundurê tûrikê naylonî de çîpê însanekî yê jêkirî hat ditin.

Li gor agahiyên hatin wergirtin bûyer vê sibê li goristana hewşa Mizgefta Eyup Pêxember qewimî. Dema welatî ji bo nimêja şefeqê bikin hatin mizgeftê û nimêj kirin. Piştî nimêjê dîtin ku di nav goristanê de tûrikekî naylonî yê reş dîtin. Li ser vê yekê welatiyan agahî dan wezîfedarên ewlehiyê yên derdorê. Dema wezîfedarê ewlehiyê hat ciyê bûyerê bi kêra xwe kîsik vekir, dît ku çîpa însanekî ya jêkirî heye.

Wezîfedarê ewlehiyê agahî da polêsan. Li ser vê yekê ekîbên ewlehiyê hatin ciyê bûyerê û li derdorê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.

Çîpa het dîtin ji bo lêkolînê birin Tiba Edlî ya Rihayê. Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

ÎLKHA















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin