Li goristanê êrîşa çekdarî: Dê û du qîzên wê canê xwe ji dest dan

Li Sariçama Edeneyê dê û du qîzên wê zîyareta goristanê kirin, di encama êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest dan.

Bûyer, li Goristana Buruka ku girêdayê navçeya Sariçama Edeneyê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, dê û du qîzên wê yên ku zîyareta goristanê dikirin, ji teref mirov an jî mirovên ku nasnameyên wan nayên zanîn ve dûçarê êrîşa çekdarî hatin.

Di encama êrîşê de her sê pîrek jî canê xwe ji dest dan.

Şikdaran piştî bûyerê revîyan û polês jî ji bona ku wan biqefêlin xebat dan destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno