Li Gutaya Rojhilat bombebaran berdewam dike

Digel qerara agirbesta 30 rojane ya Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî êrîşên rejîm li ser Gutaya Rojhilat de berdewam dikin.

Di êrîşên ku di van demên dawî li Gutaya Rojhilat tên kirin de zarok û pîrek jî di nav de zêdetirî hezar kesan hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Berî vê çend rojan di niştina ku li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de bo şerê li Sûrîyê hetanî 30 roja agirbest hatibû îlankirin. Hat ragihandin digel vê qerara agirbesta 30 rojane ya Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî êrîşên rejîm li ser Gutaya Rojhilat de berdewam dikin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin rejîma Esed doh  jî êrîşî Gutaya Rojhilat kir.

Li Gutaya Rojhilat a ku bi mehan e tê bombebarankirin zêdetirî 400 hezar kes dijîn. Berî niha derbarê rewşa xirab a Gutaya Rojhilat de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres gotibû “dojeha li ser rûyê erdê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin