Li Gutaya Rojhilat hejmara miriyan zêde dibe

Di êrîşên ku li Gutaya Rojhilat a ku li rojhilata Şama Sûrîyê hatin kirin de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin di êrîşên ku ji teref balafirên şer ên Rûsya û rejîma Esed ve  li Gutaya Rojhilat a ku li rojhilata Şama Sûrîyê hatin kirin de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Malaçavderîya Mafên Însanan a ku navenda wê li Ingilistanê ye destnîşan kir siwîlên ku di nav wan de pîrek û zarok hene di êrîşan de hatine hedefgirtin.

Yekîneyên rizgarîyê yên ku xebatên xelaskirin û rizgarkirinê didomînin destnîşan dikin dibe ku hejmara kesên mirî zêdetir bibin.

Jens Laerkeyê Berdevkê Dezgeha Koordînasyona Alîkarîya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenewrê ye derbarê mijarê de diyar kir bo alîkarîya însanî li welat bê kirin divê pevçûn bên sekinandin.

Di êrîşên ku ji teref Rûsya û rejîma Esed ve tên kirin gelek kesên siwîl hatin qetilkirin. Li Gutaya Rojhilata ku êrîş lê tên kirin teqrîban 400 hezar kesên siwîl dijîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e