Li Haîtîyê êrîşa çeteyên çekdar: 50 mirî

Di êrîşa çeteyên çekdar ku li paytext Port-au-Princeya Haîtîyê li dar xistin de, li gorî diyarîyên ewil 50 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Li bajaroka Kenscoffa ku 10 kîlometre dûrê paytext Port-au-Princeyê ye, çeteyên çekdar êrîşan li dar xistin.

Di êrîşê de li gorî diyarîyên ewil 50 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku ji bajarokê re gelek ekîbên ewlehîyê hatin sewqkirin.

Li gorî sazîya civaka sîvîl a serxwe yê li Haîtîyê, di êrîşan de 100 xanî hatin şewitandin.

Çeteyên ku êrîş pêk anîtine bi armanca zeftkirina herêmê êrîşên xwe bikaranîtine.

Berdevkê polêsa Haîtîyê Michel-Ange Louis, daxuyand ku ew 20 endamên çeteyê kuştine. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar