Li Harema Şerîf a 5em ji bo Xazzê dia hat kirin

Diyarbekirîyên ku li Mizgefta Mezin a Dîrokî ya ku wek Harema Şerîf a 5em tê qebûlkirin di nimêkja şeveqê de kom bûn, nimêja cenazeyê ya xiyabî kirin û ji bi Mislimanên Xazzeyî dia kirin.

Bernameya diayê ji teref Cemîyeta Mustazafan ve hat lidarxistin. Diyarbekirîyên ku guh dan banga li Mizgefta Mezin a Dîrokî ya ku wek Harema Şerîf a 5em tê qebûlkirin kom bûn pêşî bi cemaat nimêja şeveqê eda kirin. Piştî nimêja şeveqê Mela Hîdayet Yilmaz ku melayê camîyê ye ji bo wan kesên ku ji teref siyonistan ve hatine şehîdkirin nimêja cenazeyê ya xiyabî da edakirin.

Piştî diayê ku hat kirin Diyarbekirî li hewşa camîyê kom bûn. Serokê Platforma Karwana Şehîdan Omer Çelîk derheqê ehemîyeta berxwedana ku li Xazzê tê kirin û derbarê wê qetlîam û qirkirina ku ji teref siyonistên îşxalker ve li Xazzê tê kirin de axavtinek kir.

Piştî axavtinê kesên ku hatibûn bernameyê belav bûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin