Li Hayfayê rafînerîya petrolê hat girtin

Hemû fealîyetên rafînerîya petrola bajara Heyfayê ya ku di tolhildana Îranê de bûbû hedef hat sekinandin.

Îranê, li dijî rejima îşxalker a sîyonîst bi fûze û dronan bersiv da.

Tel Avîv û Hayfa di vê tolhildanê de bi fuzeyan hatin hedefgirtin.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa îşxalê ve ha tbelavkirin de hat îfadekirin ku ew ê Îranê dîsa fuzeyan bavêje.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di vê pêvajoyê de bila gel ji cîhên civînan birevin û tevgerên xwe kêm bikin, sîstemên parastina hewayê jî ji bo parastinê ketine dewrê. Ji gel hat xwestin ku dema ku elarm lêkevin bila berê xwe bidin sitargehan û birevin.

Piştî fuzeyên ku ji teref Îranê ve hatin şandin li derdorê bajara Heyfayê sîrenên mezin lêketin.

Şîrketa rafînerîya petrola li Heyfayê jî diyar kir ku ew rafînerîya petrolê girtine. Santrala enerjîyê zirarekî mezin girtîye û ji ber vê yekê rafînerî û hemû tesîsên aîdê şîrketê hatine girtin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno