Bûyer, li nêzê gundê Kanî Maranê ya Helebçeya Herêma Kurditanê qewimî.
Li gorî çapemenîya mehellî Berdevkê Polêsê Helebçeyê Bînbaşî Akam Kutbeddîn, îfade kir ku guleyeke topê ya ku ji teref du kesan ve dihat leyîstin teqîya.
Berdevkê Polêsa Walîîtya Helebçeyê, Serhenf Akam Kutbeddîn Axaweys, derheqê teqînê de weha got:
“Saet 12:15an de, piştî xeberdayîna teqînekê li gundê Kanî Maran, ekîbên me yên Lêkolîna Cihê Tawanê û Qereqola Polêsan a Helebçeyê, digel hêzên Rêveberiya Ewlehiya Helebçeyê, tavilê çûn cihê bûyerê. Mixabin, du kes, Newzad Marif Salih (jidayikbûyî 1984) û Serheng Kebîr Emîn (jidayikbûyî 1990) di teqînekê de ku ji ber destwerdana topxaneyekê di nav ambarekê de çêbû, canê xwe ji dest dan. Lêpirsîna bûyerê berdewam dike."
Wêneyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku piştî teqînê embar bi tevahî wêran bûye. (ÎLKHA)