Li gorî qenala "El-Ihbariye" ya Sûrî, tê texmînkirin ku di gorê de cenazeyên kesên ku di bin îşkenceyê de hatine kuştin an jî li zeviyan hatine îdamkirin hene.
Di raporê de hat diyarkirin ku gor di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de hatiye derxistin û tîmên pispor ji bo diyarkirina nasnameya qurbaniyan lêpirsîn dane destpêkirin.
Ev vedîtin piştî wê yekê tê ku Wezareta Karên Hundir a Sûrîyeyê berê ragihandibû ku çar gorên komî li Kolana El-Sittîn, li bakurê bajarê Humsê, hatine dîtin ku termên bi dehan kesan tê de ne.
Wekî ku tê zanîn, ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an vir ve, gorên komî yên nû yek bi yek derdikevin holê, yên qurbaniyên îxlalkirinên giran ên ku rejîma berê di salên borî de li dijî gelê Sûrîyeyê kirine. (ÎLKHA)