Li herêma lêgerîna petrolê ya Çiyayê Gabarê qûleya sondajê qulibî: 2 birîndar, kesek di bin xirbeyan de ye

Li Çiyayê Gabarê ya Şirnexê di encama qulipîna sondajê ya li qada lêgerîna petrolê de 2 karker bi birîndarî hatin rizgarkirin, xebatên ji bo rizgarkirina karkerê ku di bin xirbeyan de mabû dewam dikin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtiya Şirnexê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama hilweşîna sondaya petrolê ya li Qada Petrolê ya Hejmar 27 a Şehîd Aybuke Yalçin a li Çiyayê Gabarê de 3 karker di bin xirbeyan de mane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ekîbên pispor ên AFAD, UMKE, Îtfaiye, TPÎC û TPAO û ekîbên cendirmeyê bi lez hatin cihê bûyerê û dest bi xebatên xilaskirinê kirin hat ragihandin ku, “Karkerên di bin xirbeyan de mabûn bi birîndarî hatin rizgarkirin, 1 karkerê me bi helîkopterê hat rakirin nexweşxaneyê, veguhastina karkerê din jî hat destpêkirin. Xebatên rizgarkirina karkerên ku di bin xirbeyan de ye berdewam dikin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê