Li herêma senayî ya Aksarayê teqîn: 1 mirî, 3 birîndar

Li Aksarayê di herêma senayîyê de di febrîqeyekî de teqîn pêk hat, di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest da, sê kes jî birîndar bûn.

Di febrîqeyekî ku li Herêma Senayî ya Organîze ya Aksarayê fealîyetê dike de, ji ber sedemeke ku hêj nediyare, qazan teqîya.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê, ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku di encama teqînê de Yakup Gul li cîhê bûyerê canê xwe ji dest daye, 3 kesên ku birîndar in jî bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Aksarayê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in.

Walîtîya Aksarayê li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî derheqê bûyerê de daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Li Herêma Senayîya Organîze ya Aksarayê di febrîqeyekî ku hilberîna termosîfona ceryanê û qazanên boylerên avê dikirin de qezayeke kar çêbû. Xebakarê febrîqeyê Yakup Gul canê xwe ji dest daye, sê xebatkar jî bi sivikî birîndar bûne. Rewşa birîndaran baş in û têne tedawîkirin. Derheqê bûyerê de tehqîqata edlî û îdarî hatîye destpêkirin, ew ê mesele bi her alî ve bê lêkolînkirin. Ji welatîyê me yê ku canê xwe ji dest daye re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji malbat û xizmên wî re jî sersaxîyê dixwazim.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar