Tê texmînkirin ku germahiya hewayê li seranserê welat ji normên demsalî zêdetir be.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku îro li rojhilatê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku toz bibare.
Li gorî nirxandinên herî dawî yên ji servîsa meteorolojiyê, ji mirovan tê xwestin ku baldar bin û li hember kêmbûna dîtinê, kêmbûna kalîteya hewayê û astengiyên di veguhastinê de ji ber bahozên tozê tedbîran bigirin. (ÎLKHA)