Li Hetayê dayik û 3 zarokên wê di mala xwe de mirî hatin dîtin

Li Hetayê dayik û 3 zarokên wê yên ku hat ragihandin ji ber gaza xwezayî jehrî bûne di mala xwe de mirî hatin dîtin û bav jî ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.

Bûyer, li navçeya Îskenderûnê pêk hat.

Xizmên ku ji ferdên malbatê xeberê nestandine ji 112an re rewşê diyar kirin û xeberê şandin.

Li ser xeberdayînê ekîbên cendirme û tenduristiyê hatin malê û diyar kirin ku dayika Kader Kokçu (35), Îsmaîl Ege (5), Elîf Bîlge (12) û Yîgît Efe (14) di apartmana qata 2yemîn de canê xwe ji dest dane.

Bav Emrah Kokçuyê ku ji hişê wî bêhiş hat dîtin û 21 kesên di apartmanê de dijîn bi şibheya jehrîbûnê rakirin nexweşxaneyan.

Walîtîya Hetayê daxuyand ku ew ê di encama otopsiyê de sedema teqez jehrîbûnê diyar bibe.

Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtîyê de weha hat gotin: "Di encama otopsiyê de sedema rast jehrîbûna welatîyên me wê diyar bibe. Rehma Xwedê li hemwelatiyên me yên ku mirine be, ji xizmên wan re sersaxiyê dixwazin, ji bo birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê