Li Hetayê malbatekî 3 kesî ji ber sobayê bi jehrê ketin

Li navçeya Hassayê, hat destnîşankirin ku malbatekî ji ber karbonmonoksîtê bi jehrê ketin, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li Taxa 15 Kasim a girêdayê navçeyê pêk hat.

Hat destnîşankirin ku M.K., pîreka wî û nevîyê wî ji ber karbonmonoksîta sobayê bi jehrê ketin û ji 112yê alîkarîyê xwestin.

Ekîbên ku hatin cîhê bûyerê, M.K., pîreka wî û nevîyê wî M.E.K. di nav odeyê de li erdê dîtin.

3 kesên ku li cîhê bûyerê midexele ji wan re hat kirin, bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin M.K. di tedawîyê de canê xwe ji dest da, pîreka wî û nevîyê wî jî hêj li nexweşxaneyê tedawîya wan berdewam dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê