Li Hewlêrê mûşek hat avêtin baregaha Amerîka yê

Hat ragihandin êrîşa bi mûşek li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ku baregaha Amerîka bi xwe jî li wê balafirgehê ye.

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Operasyonên Hevpar a Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; mûşekên ku bi kamyonekê dihatin veguhastin ji teref komekî ve hatine avêtin balafirgehê.

Li gorî agahîyên ku hatine belavkirin êrîş ji gundê Tercelleya li herêma Hemdanîyê hatiye lidarxistin û kamyona ku di êrîşê de hatiye bikaranîn şewitîye.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê  mijarê de hat diyarkirin: “Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin da ku gavên pêwîst bavêje. Êrîş doh êvarî derdora seat heşt û nîvan de hat lidarxistin.”

Tê diyarkirin êrîş ji teref Haşdî Şabî ve hatiye lidarxistin û hedefa êrîşê baregaha Amerîka ya leşkerî ye.(ÎLKHA)
 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Kürdistan Bölgesi’nde Kor Mor gaz sahasına İHA saldırısı düzenlendi
KDP Başkanı Mesud Barzani ile Irak Başbakanı Sudani bir araya geldi
Irak ve Kürdistan Bölgesi seçimlerinin ilk sonuçları açıklandı
THY Süleymaniye seferlerine tekrar başladı
Güney Kürdistan'da bir dizi temaslarda bulundu