Li Hîndistanê brûsk li erdê ketin: 22 mirî

Li wîlayeta Bihara Hîndistanê ji ber ketina brûskê 22 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyên çavkanîyên mehellî, roja çarşembê baranek tund tesîrdar bû û bi tevî baranê ba, bahoz û brûsk çêbûn.

Indîa TVyê ku qenalekî mehellîye, diyar kir ku li “Bihar”ê ji ber brûskê 22 kesan canê xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku mirovên ku mirine dema ku di nav erd de dixebitîyan brûskê li wan xistîye û mirine.

Qenal, îfade kir ku bûyerên mirinê li 8 navçeyan pêk hatine.

Encax di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Serokwezîrtîya Biharê ve hat belavkirin de, li çar navçeyî ji ber bûyerên brûskê 13 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku li çar navçeyî baran û zîpîk barîya, ev jî bûn sedema xerabûnên mezin.

Serokwezîrê Biharê Nitish Kumar, diyar kir ku ew ê ji malbatan re desteka maddî bê dayîn (4 hezar û 649 dolaraî Emrîkayê) (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin