Li Hîndistanê depoya agirbazê teqîya: 150 birîndar

Li wîlayeta Keralaya başûrê Hîndistanê di depoyekî agirbazê de teqînek pêk hat, di encama teqînê de 150 kes birîndar bûn.

Li herêma Kasaragoda wîlayeta Keralayê dema ku festîvalek dihat kirin agirbazên di depoyekî de teqîyan. Piştî teqînê li gorî diyarîyên ewil 150 kes birîndar bûn.

Hat hînbûn ku mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin û rewşa 10 kesan jî giran in.

Polês piştî teqînê tehqîqat da destpêkirin û rayedarên perestgehên jî hatin binçavkirin.

Tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatibû destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno