Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar

Di festîvala ku li wîlayeta Kerala ya Hîndistanê hat lidarxistin de, di encama êrîşa fîlan de 17 kes birîndar bûn.

Bûyer, di Festîvala Puthiyangadi ya li bajarê Malappuram de pêk hat. Fîlekî ku di çarçoveya festîvalê de hatibû xemilandin, ji nişka ve ji ber sedemeke nediyar ji kontrolê derket û êrîşî girseyê kir.

Li gorî şahidan, fîlê zerar daye kesên derdorê û kesek rakiriye hewa û avêtiye erdê.

17 kesên di êrîşê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên derdorê. Hat ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e. Fîl piştî hewildanên dirêj bi zorê hat kontrolkirin.

Fîl bi gelemperî di festîvalên Hindistanê de têne bikar anîn. Lêbelê, bûyerên weha nîşan didin ku fîl dema ku stres bibin dikarin êrîşkar bibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê