Li Hîndistanê fîlên wehşî 5 kesan kuştin

Di bûyerên cuda yên ku li wîlayeta Jharkhand a Hîndistanê pêk hatin de, fîlên wehşî êrîşê miletê kirin, di encamê de du jê pîrek pênc kes mirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref rayedaran ve hatin belavkirin, li herêma daristana Sirkayê ya herêma Ramgarhê sê kes ji teref fîlan ve hatin pelixandin û ew canê xwe ji dest dan.

Di heman rojê de jî li gundê Jiduya herêma Angarayê mirovekî 36 salî ji teref fîlekî ve hat kiştin.

Wezîfedarê Daristana Herêma Ramgarhê Nitish Kumar, destnîşan kir hêna jî tespîtkirina nasnameya mirovên ku mirine berdewam dike, ekîbên midexeleya lezgîn û cerdevanên daristanê kerîyên fîlan ku li herêmê digerin dişopînin.

Di bûyerekî dinê de jî hat qeydkirin ku Amit Kumar Rajwarê 32 salî mirîye. Rayedaran îfade kirin ku Rajwar ji bona ku ji nêz ve fîlan bikşîne û bi wan re selfîe bikşîne nêzê fîlan çûye û ji teref fîlan ve hatîye kuştin.

Hat îfadekirin mirovekî ku birîndare li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin