Li Hîndistanê lehî pêk hat: Herî kêm 10 mirî

Li wîlayeta Tamil Naduya li başûrê Hîndistanê ji ber barîna barana zêde lehî pêk hat, di encamê de herî kêm 10 kes canê xwe ji dest dan.

Li wîlayeta Tamîl Naduyê, piştî şilîya tund lehî pêk hat.

Ji ber sedema lehîyê li wîlayetê bi sedan kes ketin hesarê û hat îfadekirin ku gelek kes jî winda ne.

Rayedaran, diyar kirin ku heta niha ew gihaştine ceseda 10 kesan.

Ji ber ku av bi lez û bi qewet diherike ji bo alîkarîya xebatan helîkopterên Ewlehîya Sehlê û Hêzên Behrê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku li herêmê şilî hêj berdewam dike. Li wîlayetê jîyana normal bûye jehr û maye. Di hinek herêman de ceryan û înternet tineye, rê di bin avê de mane û rêyên trênê jî hatine girtin.

Di seatên serê sibehê de nêzê 800 rêwî di trênê de asê mane û di nav rojê de hatine xelaskirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê cenazeyê kesê ku ev 3 roje winda bû hat dîtin
Otomobîlfiroşan: Zêdebûna faîzê bandorek neyînî li bazirganiyê dike
Li Bidlîsê otobusa rêwiyan gundirî nava çem: 7 birîndar
Li Êlihê karkerek ceryanê pê girt û can xwe ji dest da
Li peravên Çeneqqeleyê 24 koçber hatin qefaltin