Li Hîndistanê pevçûn: 22 Maoîst hatin kuştin

Li navçeyên Bijapur û Kankera wîlayeta Chhattisgarha Hîndistanê pevçûn derket, di encama pevçûnên ku derketin de 22 Maoîst hatin kuştin, polêsek jî ji teref êrîşdaran ve hat kuştin.

Rayedaran, destnîşan kirin ku li Chhattisgarha Hîndistanê bi hêzên hikûmetê re du pevçûnên cuda pêk hatin, di encamê de herî kêm 22 endamên Naxala rêxistinê Maoîst in hatin kuştin û polêsek jî ji teref êrîşdaran ve hate kuştin.

Hat îfadekirin ku di pevçûna li Bijapurê de jî ceseda 18 Maoîst, çek û teqemenîyên wan hatin bidestxistin.

Di pevçûna ku li nêzê gundê li Koroskodoya Kankerê pêk hat de jî çar Maoîst hatin kuştin.

Hat ragihandin ku li herdu herêman jî operasyonên hêzên taybet berdewam dikin.

Meha borî, li herêma Bijaourê hêzên Hîndistanê di pevçûnekî de 21 MAoîstan bêtesîr kiribûn. Di pevçûnan de du endamên ewlehîyê jî hatibûn kuştin.

Di sala 2024an de li Chhattisgarhê ji teref hêzên ewlehîyê ve ji 200î zêdetir Maoîst hatibûn kuştin. Ji 2019 Maoîstên ku sala borî hatibûn kuştin 217ê wan ji herêma Bastara ku navçeyên Dantewada, Kanker, Bijapur, Narayanpur, Kondagaon û Sukmayê di nav de ne bûne. Ji 800î zêdetir Maoîst jî hatin girtin, herî kêm 802 jê jî çek berdan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno