Li Hîpodroma Çînarê şer: 2 mirî

Li hîpodroma li navçeya me ya Çînarê di şerê ku derket de 2 kesan jiyanê ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Di şerê ku li hîpodroma li gundê Beşpinarê yê Çînarê derket de 2 kesan jiyanê ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, şerê ku roja pêncşemê, 18ê Hezîranê li navenda navçeya Çînarê li xalîsaheyê dest pê kiribû, li gundê Beşpinarê li hîpodromê jî berdewam kir. Di şerê ku derket de ap (mam) û biraziyê hev Ahmet Çizik (20) û Bayram Çizik (33) jiyanê ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Têkildarî şer 2 kes hatin binçavkirin; her weha xizmên aliyên ku rûdana bûyerê bihîstin, li Xarpêt, Riha û Enqereyê jî şer kirin. Hat diyarkirin ku di şerên li van deran derketine de jî gelek birîndar hene û hat ragihandin ku Bayram Çizikê ku jiyanê ji dest daye, zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno