Li Îdlîbê balafira şer a Rûsyayê hat daxistin

Li Îdlîba Sûrîyê ji teref muxalifan ve balafira şer a Rûsyayê hatdaxistin.

Hat ragihandin li Îdlîba Sûrîyê ji teref muxalifan ve balafireke şer a Rûsyayê hat daxistin, pîlotê balafirê di encama pevçûna ku bi muxalifan re derket de hat kuştin.

Ev balafira şer a bi tîpa SU-25  a ku ji teref muxalifan ve bi mûşeka ku ji milan tê avêtin hat daxistin balafira şer a ewil a ku hatiye daxistine. Berî niha jî ji teref muxalifan ve balafireke şer a aîdî rejîmê û helîkoptereke aîdî Rûsan dabûn erdê.

Hat ragihandin ji teref Rûsyayê ve di naveyna van 24 seatên dawî de bi dehan êrîşên asimanî hatine kirin û di êrîşan de herî kêm 40 kes jiyana xwe ji dest dane.

Heta îro di şerê li Sûrî de nêzî 45 leşkerên Rûsyayê mirin û leşkerên bi pere yên ku hatine kuştin jî ne di nav vê hejmarê de ne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe