Li Îngîlterê li hember Mislimanan “nameyên dijminantîyê” hatin nivîsîn

Li Îngîlterê di bin sernava “Roja Mislimanekî/ê Ceza Bike” de name hatin nivîsandin.

Hat ragihandin li Îngîlterê di bin sernava “Roja Mislimanekî/ê Ceza Bike” de name hatin nivîsandin. Nameyên ku bo dijminantî û nefretê hatin nivîsîn hatin şandin gelek derên welêt ku ev yek jî bû sedema bertekan.

Di wan nameyên ku ji ser medyaya civakî hatine parvekirin de hat dîtin ku cûreyên çalakîyên şiddetê yên ku dê li hember Mislimanan bên kirin hatine puandarkirin.

Sazîya bi navê Tell Mama UKa ku çalakîyên li hember Mislimanan tên kirin dişopîne derbarê mijarê de diyar kir kesên ku name ji wan re hatiye şandin pê re ketine têkilîyê.

Iman Atayê ku dîrektorê sazîya bi navê Tell Mama UKyê ye derbarê mijarê de diyar kir Misliman xwe di ewlehîyê de hîs nakin.

Rayedarên ku ji “micadeleya bi terorê” re mesûl in şandina wan  nameyên ku  dibe ku “bi qastî” hatine şandin teyîd kir û diyar kir name dikevin nava sînorên sûcên nefretê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin