Li Îranê ji ber erdhejê 3 hezar û 500 xanî xera bûn

Di erdheja ku di mezinahîya 5,8an de di 28ê Çileyê de li bajarê Xoyê yê Kurdistana Rojhilatê pêk hatibû de 3 hezar û 500 xanî xera bûn.

Der barê erdheja ku pêk hat de daxuyanî hat dayîn. Li gorî daxuyaniyê, di erdhejê de herî kêm 3 hezar û 500 xanî ji sedî 20 heta ji sedî 80 zirar dîtine.

Beşek ji Kurdistana Rojhilatîyên ku malên wan di erdheja Xoyê de zirar dîtibûn, li salonên sporê û avahiyên giştî hatin bicîkirin.

Li gor agahîyên ku di malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afat û Lezgîniyê de hatine bidestxistin, roja Şemiyê 28ê Çile di mezinahîya 5.8an de, li gorî seatên herêmê di seat 21:44an de li bajarê Xoyê yê Kurdistana Rojhilatê di kûrahiya 6.49 kîlometreyan de erdhejek pêk hatibû.

Di erdheja bajarê Xoyê de 3 kesan canê xwe ji dest dabûn û hezar û 167 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

İran Haberleri

İran Ulusal Yüksek Güvenlik Konseyi: Laricani şehit edildi
İran'ın yeni liderliğine Mücteba Hamanei getirildi
Saldırılara ilişkin Mossad iddiası
Eski İran Cumhurbaşkanı Ahmedinejad saldırılarda hayatını kaybetti
Minab Kız Okulu'na düzenlenen saldırıda 160 masum çocuk can verdi