Li Îranê Serokkomar û Wezîrê Karên Derve yên demî dîyar bûn

Li Îranê Muhemmed Muhbîrê Alikarê Sarokkomar, piştî wefata Îbrahîm Reîsîyê Serokkomar weke cîgir, wezîfe dewr girt.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamaney bi awayekî demkî cîgirê yekem ê Serokkomar Mihemed Muhbîr wek serokomar destnîşan kir.

Xamaney di peyama xwe ya sersaxiyê de ji bo Reîsî got: “Li gor madeya 131 a makeqanûnê, birêz Muhbir rêveberê desteya cîbicîkar e û neçar e ku bi herî zêde di nava pêncî rojan de desteyên yasadanîn û dadwerî re ji bo hilbijartina Serokkomar lihev bike."

Ji aliyê din ve piştî ku Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, Elî Bakirî bi erêkirina lijneya hikûmetê wek Cîgirê Wezîrê Derve hat hilbijartin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan, Waliyê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî û Îmamê Îniyê yê Tebrîzê Ayetullah Seyîd Mihemed Elî El Haşim duh di encama ketina helîkopterê de koça dawî kirin. Hat ragihandin ku her 9 kesên di helîkopterê de bûn jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê