Li Iraqê hişkayî derketiye asta herî bi xetere

Hat ragihandin ji sedî 22yê erdên çandinîyê yên Iraqê ji ber hişkayîyê hatin terkkirin.

Hişkayî li Iraqê her ku diçe tesîra xwe zêdetir dike. Nexasim ew kesên ku li gund û cihên mîna gund dijîn û bi karê heywandarî û çandinîyê hewl didin debara xwe bikin ji ber hişkayîyê terka erd û warên xwe terk dikin.

Pisporê Hawîrdorê û Berdevkê Wezareta Hawirdorê yê Iraqê Hamîd Naîf derbarê mijarê de got ku lazim e hikûmeta Iraqê li ser vê yekê bisekine û hinek alternatîfan peyda bike.

Li gorî daneyên Wezareta Plankirinê ya Iraqê ji sedî 41ê axên Iraqê tev bûne çol.

Li gorî rapora sala 2023yan a Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ji meha adarê vir li 10 bajaran 12 hezar û 212 malbat ango 73 hezar û 272 kes mecbûr mane ku koç bikin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê