Li Iraqê qeyrana budçeyê

Serokomarê Iraqê Masûm ji ber ku pêşnûmaya budçeya sala 2018an a ku ji teref meclîsa Iraqê ve hatibû tesdîqkirin red kir, Serokwezîr Îbadî bertek nîşanî da.

Hat ragihandin Serokomarê Iraqê Fuad Masûm ji ber “hebûna xalên dijberî makeqanûnê”  pêşnûmaya budçeya sala 2018an a ku ji teref meclîsa Iraqê ve hatibû tesdîqkirin red kir. Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî ji vê redkirinê bertek nîşan da.

Di parvekirina ku ji teref Îbadî ve  ji ser hisaba Twîtterê ya Serokwezîrtîyê hat kirin de Îbadî destnîşan kir heqê tu kesî tuneye ku wê budçeya ku ji teref meclîsê ve hatiye tesdîqkirin red bike û ew ê bo ev budçe ji teref Serokomartîyê ve bê sepandin dê xebatên wan berdewam bikin.

Di daxuyanîya ku ji teref dezgeha Serokkomartîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin  ji ber ku di nav wê budçeya ku ji teref meclîsê ve hatiye qebûlkirin de çend xalên ku ji hêla hiqûqî û îqtîsadî ve dijberî makeqanûnê ne bo cardin ji ber çavan bê derbaskirin hatiye redkirin.

Di redkirina budçeyê de tê diyarkirin tesîra îtîrazên ku ji teref Birêveberîya Herêmî ve hatine kirin heye; lewra Serokomarê Iraqê Fuad Masûm di Hikûmeta Navendî ya Iraqê de temsîlkarê herî muhîm ê Birêveberîya Herêmî ya Kurdistana Iraqê ye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin