Li Îzlandayê sinet tê qedexekirin

Pêşnûmaya ku pê tê xwestin li Îzlandayê sinetbûna lawan bê qedexekirin teqdîmî parlementoyê hat kirin.

Hat ragihadin pêşnûmaya ku pê tê xwestin li Îzlandayê sinetbûna mêran bê qedexekirin teqdîmî parlementoyê hat kirin ku Îzlanda di warê vê qedexeyê de welatê ewil a Ewrûpayê ye. Li gor pêşnûmaya ku hatiye amadekirin ew ê ji wan kesên ku qedexê îhlal bikin re 6 sal ceza bê dayîn û bes kesên ku “mecbûrbûn wan a tibbî” hebin karibin sinet bibin.

Di pêşnûmayê de derbarê mijarê de hat diyarkirin “sinet îhlala heqên lawan e û li dijî Peymana Heqên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye.” Her wisa sinetbûna lawan di pêşnûmayê de hat şibandin sinetbûna qîzan a ku li temamê Ewrûpayê hatiye qedexekirin.

Hat diyarkirin ew ê lawik dema ku mezin bûn karibin ji berxwe  qerara sinetbûn an nebûnê bidin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin