Li navçeya Alîagaya Îzmîrê, li taxa Bozköyê li kargeha hesin û polayê piştî teqînê şewat derket û xebatên tîman berdewam dikin.
Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban li ser rewşa dawî daxuyanî da rojnamegeran.
Walî Elban ragihand ku ji ber teqîna ku li kargeha hesin û polayê çêbûye, hejmara miriyan derket 10 kesan.
Elban da zanîn ku xebatên lêgerînê yên ji bo 4 kesên winda berdewam dikin; 4 jê giran 15 birîndar hene û got: "Lêpirsîna îdarî û edlî ya li ser mijarê berdewam dike. Nêzî 200 kesî xebatan dikin. Li qadê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berev dawiyê ve diçin."
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku şewata piştî teqînê li kargehê derketibû, bi xebata tîman hat vemirandin.
Kargeha Hesin û Polayê ya HABAŞê ya Alîagayê di agahdarkirina xwe ya derbarê teqînê de ragihand ku di dema xebatên lênêrînê yên plankirî de ku di yek ji sobeyên arkê yên elektrîkî de dihatin kirin, qezayeke dilşewat çêbûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Mixabin ji ber qezaya dilşewat hevalên me yên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hene. Ji aliyê tîmên me yên destwerdana bilez ve destwerdanên pêwîst ji bo hevalên me yên ku bandor li wan bûye hatine kirin û birîndarên me sewqî nexweşxaneyê hatine kirin."
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya AKPê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk jî diyar kir ku piştî teqînê hemû derfet hatine seferberkirin û ji bo saxderxistina kesên winda xebatên hemû tîman berdewam dikin.
4 dozer hatin peywirdarkirin
Wezîrê Edaletê Akın Gurlek di daxuyaniya xwe ya derbarê teqînê de ev tişt gotin:
"Derbarê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Menemenê ve bi lezgînî lêpirsîn hatiye destpêkirin, 4 dozgerên Komarê hatine peywirdarkirin. Dema ku dozgerên Komarê û heyeta pispor li cihê bûyerê lêkolînan dimeşînin, ji bo gihandina bi karkerên me yên ku di bin enqazê de ne xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin."
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan jî got: "Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Duaya me ya herî mezin ew e ku windakirina can zêde nebe. Ji bo lêkolîna bûyera elim ji aliyê Saziya Ewlehiya Civakî ya me ve serçavdêr hatiye peywirdarkirin. Weke Wezaret em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin."
Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çiftçi bi bîr xist ku li Îzmîrê, li Aliağayê, li kargeheke hesin û polayê teqîn çêbûye û piştî wê şewat derketiye.
Çiftçi diyar kir ku ji kêliya ewil a bûyerê ve hemû yekîneyên peywendîdar bi awayekî koordîneyî li qadê xebatên lêgerîn-rizgarkirin, vemirandin û destwerdanê bê navber didomînin û got: "Birayên me yên ku birîndar bûne sewqî nexweşxaneyan hatine kirin û rewşên wan ên tenduristiyê ji nêz ve tên şopandin. Dewleta me, bi hemû derfetên xwe ve li qadê ye û xebatên xwe bi baldarî didomîne. Em pêşveçûnan ji nêz ve dişopînin. Ji birayên me yên ku birîndar bûne re şifaya lezgîn dixwazim; ji hemû tîmên me yên ku bi fedaîkarî kar dikin re hêsaniyê hêvî dikim. Xwedê welat û milletê me ji her cûre qeza, bela û karesatan biparêze."