Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar

Li navçeya Seferîhîsara Îzmîrê ji polêsên ku diçûn bûyerê re gule hat reşandin, di encamê de 3 polês birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Îzmîrê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku doh di seat 20.00an de li ser îxbara pevçûna çekdarî ekîbên polêsan çûn cîhê bûyerê.

Hat destnîşankirin ku di dema gihaştina polêsan de gule li ser wan hat reşandin û di encamê de 3 polês birîndar bûn û ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Walîtî, îfade kir ku şikdarê bûyerê M.S.Ç. bi tevî çeka xwe hatîye qefaltin û derheqê wî de muameleya edlî hatîye destpêkirin.

Hat hînbûn navê polêsên ku birîndar bûne ev in; Komîser Furkan Hakan Aşkin, polês Îbrahîm Gumuştekîn û Mehmet Tozun. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno