Li Îzmîrê facîaya şewatê: 5 xûşk û bira can dan

Li navçeya Selçuka Îzmîrê ji ber şewata ku bi qulipîna sobeya ceryanê pêk hat ve 5 xûşk û bira ji dûmanê tesîrdar bûn û canê xwe ji dest dan.

Bûyer, li Taxa Cumhurîyetê di nav malekî de pêk hat.

Mirovên ku dîtin şewat derketîye ji îtfaîye, ambûlans û polêsan re xeberê şandin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku ji 5 xûşk û birayan 3yê wan li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Du birayên ku ji nexweşxaneyê re hatin rakirin jî digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku 5 zarok jî di dema şewatê de di nav malê de bûne.

Derheqê bûyerê de tehqîqatekî berfireh hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin