Li Îzmîrê qezaya zîncîrî: Dê û kurê wê mirin, 3 jê giran 4 kes birîndar bûn

Di encama qezaya ku pêk hat de dayîkek û kurê wê canê xwe ji dest dan, 3 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya Kîraz-Odemîşê pêk hat.

Hat îfadekirin wesayîta ku di bin îdareya H.Y. (47) de bû, li qamyonetekî ku dema ji çarrê dizivirîya qelibû û dûre jî pekîya.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku şofêrê wesayîtê H.Y. û dîya wî V.Y. (69) canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn ku birîndar ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Îzmîr Ataturkê re hatin rakirin û rewşa 3 birandaran jî giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Karwana Hêviyê li Batmanê alîkariya neqdî gihand malbatên mexdûr
2 kesan canê xwe ji dest dan
Barzani'nin ofisine saldırıyı kınadı
Niha pêvajo ew ê çawa bidome?
Çatışmanın tarafı olmak istemiyoruz