Li Kabîlê êrîşa bombeyî: 36 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Kabîla paytexta Efxanistanê di êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 36 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Kabîla paytexta Efxanistanê pîrozbahîyên Newrozê bûn hedefa êrîşeke bombeyî, di encama êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 36 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyanîya Wezareta Tenduristîya Kamûyê ya Efxanistanê êrîş li kolana di navbera Zanîngeha Kabîlê û nexweşxaneyeke dewletê pêk hat.

Şefê Polêsên Kabîlê Daud Amîn  derbarê mijarê de destnîşan kir kesê êrîşkar bi peyatî bi ser ketiye ku xala polêsan derbas bike û di nava qelebalixê de teqemenîya li ser xwe teqandiye.

Derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin