Li Kanîreşê ji ber berfê rêyên gundan hatin girtin

Ji ber berfa ku barîya li Kanîreşa Çewligê rêyên 20 gundan hatin girtin.

Hat ragihandin ji ber berfa ku ev 2 roj in bênavber berdewam dike li Kanîreşê rêya 20 gundan hat girtin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barîna berfê li ser Rêbeja Çewig-Erzeromê hinek wesayît di rê de man. Yekîneyên ku girêdayê Îdareya Taybet a Bajêr in bo rê bên vekirin dest bi xebatan kirin.

Welatîyê bi navê Vehyettîn Demîrê ku diyar kir berfê tesîreke neyînî li ser wan kiriye û dû re weha got: “Niha berf hêj dibare.Halê me qet nebaş e. Me dikanên xwe vekir, lê belê tu kes di holê de tuneye. Kesên dixwastin ji ber betlanê derkevin derveyî navçê tev li vir man. Her wisa gelek wesayît di rê de man.”

ÎLKHA














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin