Li Kenyayê şîna netewî hat îlankirin

Li Kenyayê şilîyeke dijwar barîyabû û bûbû sedema lehîyê, di encama lehîyê de jî bi sedan mirov canê xwe ji dest dabûn, ji ber vê yekê li welat şîna netewî hat îlankirin.

Ji ber lehîyên ku li Kenyayê pêk hatin 238 kesan canê xwe ji dest dan, 235 hezar kes jî mecbûr man ku koç kirin.

Serokê Dewleta Kenyayê William Ruto, daxuyand ku ew ji bo mirovên ku di lehîyê de canê xwe ji dest dane şîna netewî îlankirine.

Ruto, diyar kir ji bona ku ji 238 mirovan re şînê bikin ew ê di 10ê Gulanê roja Înê de tetîlê îlan bikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin