Li Kerborana Mêrdînê ciwanê ku xetereya xeniqandînê derbas kiribû, jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, ciwanê ku ji bo hênikbûnê ketibû avê, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Bûyer, li Gola Bendava Ilîsûyê ya li navçeya Kerboranê qewimî.

Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, R.E. (27) yê ku ji bo hênikbûnê ketibû gola bendavê, piştî demekê bi herikîna avê re çû û di nav avê de winda bû.

Esin ê ku bi alîkariya derdorê ji avê hat derxistin, li ser agahdarkirinê piştî destwerdana yekem a tîmên tendurustiyê yên ku ji bo cihê bûyerê hatin sewqkirin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qubînê (Güçlükonak).

Li vir R.E. tevî hemû destwerdanên bijîşkan jî nehat rizgarkirin. Cenazeyê R.E. ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

İlacê vişêniya manewi Qur'an u sunneto
Şûşeyên araqê dibin sedema fikarê
Jiyana xwe ji dest da
Li hember provokasyona alaya LGBTÎ ya li ODTUyê bertek nîşan da
Germahî gihîşt 45 pileyan