Li ketina Batmanê qezaya xedar: Kesek mir, 2 kes giran birîndar bûn

Li xaçerêya Akademiya Ajotinê (Sürücü Akademisi) ya li ketina Batmanê, di qezayeke trafîkê de keçeke 20 salî jiyana xwe ji dest da, diya wê û şofêrê kamyonê jî bi giranî birîndar bûn.

Qeza, di saetên sibê de li xaçerêya Akademiya Ajotinê (Sürücü Akademisi) pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, diya ku navê wê nehat hînbûn û şofêra otomobîla bi plakaya 07 BOR 466 bû, dema ku keça xwe E. A. dibe perwerdehiya dîreksiyonê (ajotinê), li xaçerêyê bi kamyoneke ku plakaya wê nehat hînbûn re li hev qelibîn.

Bi bandora lihevketinê her du wesayît jî di şarampolê de wergeriyan.

Di qezayê de keça ciwan a 20 salî E. A. ya ku di otomobîlê de bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da; diya wê û şofêrê kamyonê jî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirmeyan sewqî cihê qezayê hatin kirin. Birîndarên ku di wesayîtan de asê mabûn, bi xebatên dirêj ên tîmên îtfaiyeyê hatin derxistin û bi ambulansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno