Li Kongoyê di pevçûnan de 7 hezar kes mirin

Serokwezîra Komara Demokratîk a Kongoyê Judith Suminwa Tuluka got ku ji meha Çile û vir ve li rojhilatê welat nêzî 7 hezar kes di pevçûnan de hatine kuştin.

Serokê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres di axaftina vekirinê ya li Cinêvê ya 58emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de diyar kir ku li hemû cîhanê îxlalên mafên mirovan pêk tên û li Komara Demokratîk a Kongoyê jî îxlalkirinên mafan ên bi heybet hene.

Serokwezîra Komara Demokratîk a Kongoyê Judith Suminwa Tuluka di civîna bilind a Konseya Mafên Mirovan a li Cenevreyê de got ku ji meha Çileyê vir ve li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê di pevçûnan de nêzî 7 hezar kesî canê xwe ji dest dane.

Judith Suminwa Tuluka ragihand ku nêzîkî 450,000 kes piştî wêrankirina 90 kampên awareyan bê stargeh mane.

Pêşveçûna koma çekdar M23 li rojhilatê Kongoyê bûye sedema krîza însanî.

Ruanda ku ji teref Kongoyê ve, Neteweyên Yekbûyî û hêzên rojavayî ve bi alîkariya çek û leşkerî ji koma M23 re tê sûcdarkirin, van îddîayan red dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno