Li Konyayê 2 otomobîl li hev qelibîn: 6 birîndar

Di qezaya ku li navçeya Karapinara Konyayê pêk hat de 6 kes birîndar bûn.

Qeza bi şev li Kolana Şehîd Oguzhan Aydinbelgeyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta ku A.Y ew diajot û wesayîta ku G.K ew diajot ji ber sedemeke nediyar li hev qelibîn.

Di qezayê de şofêr û 4 kesên di wesayîtan de birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Karapinarê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin