Li Koreya Başûr balafira rêwîyan ket xwarê: Hejmara mirîyan derket 151an

Di encama qezaya balafira rêwîyan a li Koreya Başûr de hejmara mirîyan derket 151an.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin balafireke rêwîyan a ku aîdî şîrketa rêhewayên Jeju Aîrê bû dema ku dikir dakeve Balafirgeha Navneteweyî ya Musanê qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de ji 181 kesên ku di balafirê de bûn bi tevahî 151 kes mirin.

Tê diyarkirin ku hejmara mirîyan ji ya ku tê diyarkirin zêdetir e.

Hat hînbûn ji ber ku taqimên daketinê yên balafirê venebûne qeza pêk hatiye.

Wezareta Veguhestinê ya Koreya Başûr ragihand ku beriya ku qeza çêbibe hişyarî ji bo lêdana çûkan ji balafirê re hatiye şandin.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê