Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya

Seoula, paytexta Koreya Başûr, di bin berfa herî giran a sed salên dawî de ye.

Ajansa Meteorolojiyê ya Koreya Başûr ragihand ku barîna berfa ewil a demsalê di asteke rekorê da bû û ji rekora ku di 28ê Mijdara 1972an da li paytext Seulê hatibû tomarkirin derbas kir.

Ajansê diyar kir ku ji sala 1907an vir ve barîna berfê ya herî zêde bû.

Li wîlayeta Gangwonê ji ber barîna berfê di qezaya trafîkê ya ku 5 wesayît tê da bûn de kesek mir. Li Yangju kesekî ku berfê paqij dikir ji ber hilweşîna garajê canê xwe ji dest da.

Ji ber barana berfê herî kêm 220 seferên balafirgehên li seranserê welat hatin astengkirin.

Bahoza li piraniya welat tesîr kir, li herêmên navend, rojhilat û başûrrojavayê 10-23 santîmêtro berf barî.

Karbidestên hawarçûnê li seranserê welat bersiv dan darên daketin, nîşan û xetereyên din ên ewlehiyê. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê