Li Kosovayê wezîrê karên derve û serokê îstîxbaratê ji wezîfê hatin girtin

Ji ber operasyona FETO ya ku ji teref MÎTê ve li Kosovayê hat kirin wezîrê karên derve û serokê îstîxbaratê ji wezîfê hatin girtin.

Doh ji teref endamên MÎTê ve li Kosovayê li dijî 6 kesên ku endamê FETO ne operasyon hat lidarxistin. Piştî vê operasyona ku ji teref MÎTê ve hat lidarxistin re li Kosovayê, wezîrê karên derve û serokê îstîxbaratê ji wezîfê hatin girtin.

Serokwezîrê Kosovayê Ramush Haradînaj piştî operasyona ku hat lidarxistin re derbarê mijarê de diyar kir haya wî ji operasyona ku hatiye lidarxistin tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wek Serokwezîrekî kesî derbarê operasyonê de tu agahî neda min. Ji ber vê yekê ez ê di çarçoveya makeqanûnê de bi mijarê re eleqedar bibim.”

Serokomar Kosovayê jî derbarê mijarê de diyar kir welatê wan neserfiraz bûye.

Serokomar Erdogan jî di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de diyar kir operasyona digel îstîxbarata Kosovayê hatiye kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin