Li Kurdistana Başûr asta ava bendavan zêde bûye

Wezareta Çandinîyê ya Herêma Kurdistana ragihand ku asta ava bendavan ji ber tesîrên pêla dawî ya baran û lehîyên du rojên borî bi awayekî berçav zêde bûye.

Li gorî îstatîstîkan, tenê di her du bendavên Dûkan û Derbendîxanê de zêdetirî 100 milyon metrekup av hatiye hilanîn. Asta ava Bendava Derbendîxanê 1.5 metre û ya Bendava Dûkanê jî 70 santîmetre bilind bûye.

Derbarê bendav û golên piçûk de, li parêzgeha Silêmanî û rêveberiya Germiyanê hemû tijî bûn. Di heman demê de, bendavek li parêzgeha Hewlêrê ji avê derketiye û yên dinê jî mîqdarek baş av kişandine. Li Duhokê, asta ava bendavan zêde bûye lê bi rêjeyek kêmtir ji deverên din.

Wezareta Çandiniyê got ku tesîrên vê pêlê dê di rojên pêş de jî berdewam bikin û tê texmînkirin ku mîqdara ava ku dikeve bendavên mezin hêj zêdetir bibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin