Li Kurdistana Başur îmtîhana “Hedîsê” bi beşdar bûna 25 hezar pîrekan hat tertîpkirin

Ji bo îmtîhana ku di bin navê "Projeya Nirxa Hedîsê" tê lidarxistin de; Di dema ku 25 hezar jin di nav wan de astengdar, kal û pîr û dayikên xwedî zarok beşdar bûn, îmtîhan li hemû parêzgeh û navçeyên Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Qonaxa heftem a îmtîhana Projeya Nirxa Hedîsê bi taybetî ji bo keç û jinan roja Înê hat amadekirin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên ku projeyê amade kirine, ji Herêma Kurdistanê nêzî 25 hezar kes beşdarî îmtîhanê bûne.

Piştî îmtîhanê, pisporan peyamek spasiyê belav kirin.

Di peyama ku hat dayîn de wiha hat gotin: "Pêxember (s.a.w.) wiha gotiye: ‘Kesê ku ji mirovan re spas neke, ji Xwedê re şikir jî nekiriye.’ Bi vê minasebetê em ji hemû xuşk û birayên xwe yên ku di îmtîhana ‘Projeya Nirxa Hedîsê’ de keda xwe kirine re spasiyên xwe pêşkêş dikin, Xwedê we bi baştirîn awayî xelat bike. Bi rastî jî hûn xwediyê îmtîhanê ne. Proje û em bi we serbilind in. Proje aîdî her kesî ye û em hemû bê cudahî di xizmeta Pêxember (Aleyhi Vesellem) de anîn cem hev." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Kürdistan Bölgesi’nde Kor Mor gaz sahasına İHA saldırısı düzenlendi
KDP Başkanı Mesud Barzani ile Irak Başbakanı Sudani bir araya geldi
Irak ve Kürdistan Bölgesi seçimlerinin ilk sonuçları açıklandı
THY Süleymaniye seferlerine tekrar başladı
Güney Kürdistan'da bir dizi temaslarda bulundu