Li Kurdistana Başûr ji bo mexdûrên erdhejê nimêja cenaze hatin kirin

Piştî nimêja înê li hemû mizgeftên Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdheja parêzgeha Mereşê û derdora wê nimêja cenaza ya xiyabî hat kirin.

Roja duşemê saet di 04:17ê sibehê de bi pileya 7,7 erdhejek li parêzgeha Mereşê û saet 13:24 piştî nîvro jî bi pileya 7,6 erdhejek pêk hat.

Di erdhejê de li Mereş, Samsûn, Kilîs, Dîyarbekir, Edene, Osmaniye, Antakya, Riha, Meletî û Hatayê ziyanên madî çêbûn.

Li gor amarên Ajansa Rêvebiriya Afetê ya Tirkiyê, di erdhejê de 18 hezar û 342 kes mirine û 74 hezar û 242 kes jî birîndar bûne.

Erdhejê bandoreke mezin li parêzgehên Idlib, Heleb, Hama, Laziqiye û Tertûsê jî kir.

Li gor amarên fermî li Sûriyê 3 hezar û 162 kes hatine kuştin û 5 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Karûbarên Dînî biryar da ku piştî nimêja înê li nêzîkî 3 hezar û 500 mizgeftên Herêma Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê nimêj hat kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Kürdistan Bölgesi’nde Kor Mor gaz sahasına İHA saldırısı düzenlendi
KDP Başkanı Mesud Barzani ile Irak Başbakanı Sudani bir araya geldi
Irak ve Kürdistan Bölgesi seçimlerinin ilk sonuçları açıklandı
THY Süleymaniye seferlerine tekrar başladı
Güney Kürdistan'da bir dizi temaslarda bulundu