Li Libnanê 1217 kesan jîyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristî ya Libnanê daxuyand ku ji 17ê Îlonê vir ve li Libnanê 1217 mirov di êrîşên sîyonîstan de şehîd ketine.

Êrîşên rejîma îşxalker a li dijî Libnanê bênavber berdewam dike.

Rejîma îşxalker diyar kir ku ew “Li herêma sînorê operasyonên bisînordar, mehellî û noqte hatine destpêkirin.”

Yekîneyên topavêtan, êrîşî deşta El-Wezzanî, El-Hiyam û Marcayunê kirin.

Balafirên herbê jî ji rêya Kevkebe-Marcayunê re êrîşa asîmanî pêk anît. Piştî êrîşê ji asîmana Dahîyeyê re dûman bilind bûn. Di encama êrîşan de hat diyarkirin ku gelek avahî xera bûne.

Îşxalkeran, herêmên Metula, Misgav Am û Kfar Giladiyê wek herêma leşkerî îlan kirin. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku têketina van herêman qedexeye.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê daxuyand ku ji 17ê Îlonê vir ve li Libnanê 1217 mirov di êrîşên sîyonîstan de şehîd ketine.

Di encama êrîşan de bi hezaran mirov birîndar bûn.

Ji ber bomberdûmanê bi sedhezaran mirov jî ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin